Etkinlikler & Çalakî


  • BİRANİNA ŞEHİT ALİ TEMEL

    Jibo Bîrnîna Hunermendê mezin û nemir Şehîd ELÎ TEMEL em benda hemû hevalên xwe û gelê xwene….
    Bername
    -Axaftin
    -Helbest
    -Sinevizyon
    -Müzik
    Cîh : Navenda Çanda Hunera Cegerxweyn ê
    Saet û Dîrok : 10-07-2014 20:30

  • Lîstika dawiya salê ya şagirtê beşa şanoyê Xewnên Cengawerekî

    Mêjû: 21 Hazîran 2014
    Saet: 19:00
    Cî: Navenda Çanda Cegerxwîn
    Bêbilet e

  • Nukhet Eren Yaratıcı Yazarlık Atölyesi

    3 Yazarın Kaleminden Mahkemeler Ve Adalet Anlatıları.
    Tarih : 24 Mayıs 2014 Saat : 19:00
    Yer : Cegerxwîn   Akademisi

  • Kirmaşan navendeke muzîka kurdî ye


    Kirmaşan navendeke muzîka kurdî yeMûradî: Divê muzîkjenên kurd muzîka xwe li ser bingeha meqamên kevn ava bikin…Alî Ekber Mûradî yek ji hosteyê herî mezin ê tenbûra kurd e ku li bajarê Kirmaşanê ya li Kurdistana Rojhilat dijî. Mûradî bi tenbûra xwe li ser meqamên kevn ên kurd muzîkeke giranbuha ava dike û di heman demê de li Îranê karê fêrkirina tenbûra kurd dimeşîne. Digel ku girîngiya xebata wî ji aliyê otorîteyên muzîkê yên Îranê û yên cîhanê hatiye teqdîrkirin, xebata Mûradî ji aliyê kurdan hîn baş nehatiye dîtin. Mûradî li ser vexwendina Akademiya Cegerxwînê hat Amedê û bi şagirt û mamosteyên Beşa Muzîkê ya Akademiya Cegerxwînê re beşdarê du kargehan (atolye) bû. Piştî kargehan hunermend li heman navendê konserek mezin li dar xist.  Bi armanca ku em wî bi taybetî bi kurdên bakur bêtir bidin naskirin, me bi hunermend re hevpeyvînekê kir. Mûradî di hevpeyvînê de di derbarê rewşa çandî û zimanî ya Kirmaşanê de agahî dan, pirsên me yên li ser muzîka kurdî bersivandin û ji bo pêşketina muzîka kurdî pêşniyazan ji muzîkjenên ciwan re kirin.
    Înfowelat: Dema mirov hebûneke zêde ya bawermendên Ehlî Heq ku di heman demê de ji wan re yarisanî tê gotin û zaravayeke cuda ya kurdî ku bi giranî di bin bandora farisî de maye ya vî ciyê ku li aliyê herî dûr ê li rojhilata Kurdistanê ye li ber çav bigire, mirov dikare qala jiyaneke pir cuda ya olî û zimanî ya li Kirmaşanê bike?
    Alî Ekber Mûradî: 40 sal berê Kirmaşan mozayiqa gelek ol û zimanan bû. Gelek ermen, asûrî, cihû, sunî, şiî û yarsanî li bajêr hebûn. Ji aliyê nifûsê ve hebûna yarsaniyan ji yên mayî zêdetir bû. Dema em bi 40 sal berê re bidin ber hev, niha cihêrengî kêm bûye. Niha yarisanî piranî li Gûran, Sencabî, parçeyeke Kelhor, Celalevend, Sehne û Kengawerê dijîn. Kirmaşan di nava van navendan de cî digire. Gûran, Sencabî û Kelhor li rojava, Celalevend li bakur û Sehne û Kengawer li rojhilatê Kirmaşanê cî digire. Gelek yarisanî li navenda bajarê Kirmaşanê dijîn. Di heman demê de li Kirmaşan, Sehne û Kengawerê cemxaneyên yarisaniyan hene. Li bajarên wekî Tehran, Tebrîz û Şîrazê yên li Îranê jî gelek bawermendên Ehlî Heq dijîn.
    Pirtûka Pîroz a Yarisanî bi zimanê hewramî hatiye nivîsandin lê gelê Kirmaşanê bi kurdiya Kirmaşanê diaxive. Mirovên ku li gundê Zerde û du an sê gundên din dijîn, bi hewramî diaxivin. Di heman demê de zimanekî bi navê gûracû li çend gundan tên axaftin. Hewramî û gûracû pir nêzîkî zimanê kirmaşanî ye. Di navbera hewramî, kirmaşanî û gûracû de bi tenê çend cûdahiyên biçûk hene û lewma kesên van zimanan diaxin ji hevûdû fam dikin.
    Di nava nifûsa Kirmaşanê de rêjeya gelê kurd çiqas e?
    Kirmaşan bajarekî kurd e. Bi ya min ji zêdetirî ji % 90’ê nifûsa Kirmaşanê kurd in. Li bajêr kêmareke ku ji aliyên din ên Îranê hatine jî hene. Kirmaşan bajarekî kurd e. Hin aliyên Loristanê yên wekî Nûrabad û hin ciyên nêzîkî Kuhdeştê jî bawermendên Ehlî Heq in. Û çanda Loristanê wekî ya çanda yarisanî ye. Digel ku kesên li wir dijîn bi giranî şiî ne, çanda wan wekî ya yarisanî ye. Bi ya min, sebeba sereke ya ji bo vê yekê ev e ku di paşerojê de ew hemû yarsanî bûne. Li cem me hin gotinên wekî ‘biçû kir Dawud li dorê’ hene. Ev tê wateya ‘wê Dawud te biparêze.’ Teqez ev gotineke yarisanî ye lê gelê Loristanê jî heman gotinê bi kar tîne.Hîn jî piraniya nifûsa Kirmaşanê ji gelê yarisanî pêk tê?
    Erê, piraniya nifûsa Kirmaşanê û derdorê yarisanî ne. Bi ya min, hemû nifûsa yarisanî ya li Kirmaşanê ji milyonekî zêdetir e û bi giştî nifûsa wan a li Îranê qasî du milyonan e. Ji ber vê cihêrengiya çandî, berê hin kes navê Hîndîstanê li Kirmaşanê dikirin. Û van hemû mirovên ji komên etnîk, zimanî û olî di navbera xwe de têkiliyên baş sazkiribûn. Paşê, hema hema hemû cihû ji Kirmaşanê veqetiyan û bi tenê çend malbat li wir man. Ermen û asûrî jî bi awayekî girseyî ji Kirmaşanê koç kirin û niha nifûsa heyî ya van her du koman ji cihûyan kêmtir e.
    Tê gotin ku li ser zaravayê kurdî yê li Kirmaşanê tê axaftin bandoreke mezin a zimanê farisî heye û li bajêr rêjeya axaftina farisî pir zêde ye. Ev yek îdîayên wekî ku zaravayê li Kirmaşanê tê axaftin girêdayî farisî ye û kirmaşanî faris in derxistiye holê. Hûn ê di derbarê van îdiayan de çi bêjin?
    Ji bo demeke dirêj hemû astên perwerdeyê yên li Kirmaşanê farisî wekî zimanê navgîn bi kar tîne û di heman demê de farisî zimanê televîzyonê û çapemeniyê ye. Gelek malbat ji ber pêkanîna şarezahiya zarokên xwe di zimanê farisî de farisî wekî zimanê malbatê pejirandine. Ez li Amedê jî rastî heman problemê hatim. Gelek mirovên ciwan zimanê tirkî diaxivin. Ji ber ku hûn bi tenê 10 sal in xwedî azadiya axaftina ziman in. Li Kirmaşanê jî problemeke me yê wekî ya we heye. Li Tirkiyeyê rêvebir hebûna kurdan înkar kirine. Li Îranê vê yekê pêk nehatiye. Wan ji me re gotiye “Baş e, hûn kurd in lê ji kerema xwe re bi farisî biaxivin.’ Dema hûn ji xortên ciwan ên bi farisî diaxivin pirsa ‘Nasnameya we ya etnîk çi ye?’ dikin ew ê ji we re bi farisî bêjin ‘Men kurd este’ ku tê wateya ‘Ez kurd im’ (Muradî li vir dikene). Her gund, her bajarokê biçûk an mezin ên li dora Kirmaşanê wekî piraniya nifûsa nav bajêr kurd e. Lewma tiştekî dûrî aqil e ku mirov ji ber tesîra farisî an rêjeya axaftina farisî ya di nava welatiyan de bêje gelê Kirmaşanê faris e. Niha di warê bikaranîna kurdî ya di nava gel de rewş ji berê çêtir e.
    Dema hûn bi muzîka fars re bidin ber hev kîjan meqamên orjînal ên muzîka kurdî hene?
    Li Îranê her herêm xwedî hin muzîka orjînal in. Muzîka Klasîk a Îranî ji bo fars û gelên din ên îranî tekane muzîka hevpar e. Ji ber ku di nava Muzîka Klasîk a Farisî de hin stranên ji herêmên din ên Îranê hatine girtin hene. Bo nimûne, di nava redîfa muzîka klasîk a Îranê de meqameke bi navê Kurdî Beyat heye. Dîsa, di nava muzîka klasîk de stranên wekî Gîlakî, Nehawend û hin ên din hene. Bi ya min ji bo muzîka Îranê Kurdistan ciyê herî girîng e.
    Li Kirmaşanê sê muzîkên kevn ên wekî Ûre, Mûr û Siya Çemane hene. Dîsa, muzîka tenbûrê ya bi navê tenbûr terz heye. Ligel van, di hezar û du hezaran de melodiyên redîfê yên Muzîka Klasîk a Îranî heye. Li Îranê dibêjin Heft dezgah, Mahûş, Şûr, Sêgah, Çargah, Rast pêncgah, Newa û Pênc awaz deştî, Ebû etah, Îsfahanî û Efşarî yê wan hene. Em xwedî hezar an du hezar melodiyên kurdî yên dezgahê ne ku hemû jî bi kurdî ne. Em dikarin muzîka Qadirî û Nexşîbendî ya Xaneqînê jî li van muzîkên kevn zêde bikin. Lewma Kirmaşan ji bo muzîkê ciyekî pir girîng e. Ev hemû kurdî ne. Qasî 40 sal berê gelek ji muzîkjenên klasîk ên îranî ku di nava wan de yên navdar jî hebûn muzîka kurdî kirine û enstrûmanên kurd lêxistine. Bo nimûne, def di vê demê de ketiye nava muzîka îranî. Ew bixwe ji Xaneqînê hatiye.Li Kirmaşanê an li ciyekî din ê Kurdistana Rojhilat akademî an dibistanekî muzîka kurdî heye?
    Problema me ya sereke ev e. Li Zanîngeha Kirmaşanê departmaneke muzîkê heye. Li vir problem ev e ku ew di derbarê muzîka kurdî de tiştekî fêr nakin (Mûradî dikene). Min gelek caran ji wan re gotiye ‘Pir baş e ku dibistanek û zanistgeheke we heye lê hûn di derbarê muzîka kurdî de ku ji aliyê herkesê li Tehranê tê guhdarîkirin tiştekî fêr nakin.’ Hin muzîkjenên navdar ên faris jî ku tên Kirmaşanê heman tiştî ji wan re dibêjin. Ew kes dibêjin ku ‘Em gelek form û meqamên muzîka kurdî bi kar tînin. Hûn çima tiştekî ku bi muzîka kurdî re eleqeder be fêr nakin?’
    Hûn yek ji hostayeke dijî ya tenbûra kurdî ne ku ji aliyê kevneşopiya yarisaniyan pîroz tê dîtin. Hûn çawa dikarin îspat bikin ku tenbûr enstrûmaneke ku bi esle xwe yê kurdan e?
    Eslê her enstrûmanê di paşerojê de ye. Tenbûr 5000 salî ye. Pêşiyê em dikarin bêjin ku ew enstûmaneke rojhilat e. Beriya Îranê û yarsaniyan ew ji rojhilat bûye. Lê ji hezar salî û vir ve ew ji aliyê mirovê pîroz Şaxûşîn ji bo yarisaniyan wekî enstrûmanekê hatiye hilbijartin. Şaxûşîn kurdekî lor bûye. Dema me deh sal berê xaniyekî kirîbe, em dokumanekê ku diyar dike ku ew deh sal in yê me ye, nîşan didin. Qasî hezar salan lêxistina tenbûrê bi eşq destûrê dide ku em bi hêsanî bêjin tenbûr ê kurdan e. Di nava kurdan de em rastî vê cûre tenbûrê tên ku jê re dîwan tê gotin. Li Îranê pir cûreyên tenbûran hene. Li Kirmaşan, Amed, Dêrsim û herêma Kakayî yê li Iraqê cûreyeke tenbûrê heye. Li Xorasanê tenbûrek ku jêre dota dibêjin heye. Li hin herêman ji vê re tûtar dibêjin. Navê tenbûrê li Belûcîstanê Tenbûrek e. Li Farabiyê du cureyên tenbûrê hene: Xorasanî û Tîsfûnî. Tîsfûn paytexta Împaratoriya Sasanî bûye û niha li Kurdistana Îranê ye.
    Li Tirkiyeyê hin otorîteyên muzîkê îdîa dikin ku tenbûra di muzîka gelêrî de tê bikaranîn  ji Kopuzê ku hîn ji aliyê gelên bi eslê tirk ên li Asyaya Navîn tên bikaranîn, hatiye. Hûn ê di derbarê vê de çi bêjin?
    Ez çand û muzîka tirk nizanim. Ew di bin tesîra kurd, ereb û yewnan de çêbûye. Kopuz pir cuda ye lê tenbûra min pir nêzîkî tenbûra we ye. Ew pir ji hev ne cuda ne. Yek ji cudahiyên sereke yên di navbera Kopuz û Tenbûra Kurdî de melodî ye. Eger hûn bi kurdî muzîkê dikin her enstrûman xwedî şexsiyetekê ye. Wekî mînakî dema hûn bi tenbûrê hin melodiyan ji muzîka ewropî lêdixin, herkes fam dike ku ew ne melodiyên tenbûrê ne. Tenbûr ji bo vê yekê ne misaît e.
    We di dema atolyeya li Akademiya Cegerxwînê de got ku hûn dixwazin li Kirmaşanê dibistaneke ji bo muzîka kurdî ava bikin. Hûn dikarin di derbarê vê projeyê de hinek agahî bidin?
    Li Kirmaşanê erdeke mezin ê malbata min heye ku qasî çend hezar metreqare fireh e. Deh sal berê min li ser 1000 metreqareyan dest bi avakirina dibistaneke mezin a ji bo tenbûrxaneyekê kir. Wê di nava vê avahiyê de çend pol, hewşekê û ciyên din ên pêwîst hebûna. Di dema serokê berê yê Îranê de destûrê nedan min ku ez karê xwe bidomînim. Ez ê carekê din destûrê bixwazim lê ez texmîn dikim ku wê destûrê nedin ez projeya xwe bi dawî bikim. Min dixwest ew der bibûna navendeke Muzîka Kurdî, bi taybetî navenda ji bo tenbûrê.
    Rêvebiriya Kirmaşanê plan dike ku sala bê festîwaleke muzîkê li dar bixe. Wan ji bo vexwendina muzîsyenên ji hin aliyên din ên cîhanê ya ji bo vê festîwalê alîkariya min xwest (Mûradi li vir dikene) û li aliyekî din jî destûrê nadin min ku ez dibistaneke muzîkê ya kurdî vekim. Niha min destûr girtiye ku li navendeke biçûk a li Tehranê tenbûrê fêr bikim. Ji sê hefteyeke carekê ez ji bo du an sê rojan diçim wir.
    Hûn bawer dikin ku di navbera yarisaniyên Kirmaşanê û elewiyên Dêrsimê de hin aliyên hevpar hene?
    Yarisanî, êzîdî, kakayî, elewî û bektaşî di paşerojê de Mitrayîd (bawermendên Rojê) bûne. Yek ji van koman jî ne xwedî mizgeftê ne û lê di dewsa wê de hemû jî xwedî cemxaneyê ne. Yek ji wan jî wekî nimêj nakin. Ji bilî elewiyên li Dêrsimê, hemû van koman li herêmên ku pir nêzîkî hev in dijîn. Û ji bo Dêrsimê mirov dikare bêje ku îhtimaleke mezin e ku gelê elewiyê yê wir ji vê navenda coxrafî ku ez qala wê dikin koç kirine.
    Di maweya sê rojan de hûn li Amedê gelek muzîkjenên ciwan ên li Akademiya Cegerxwînê û Akademiya Aram Tîgranê nas kir. Hûn di derbarê pêşveçûna kurdî ya li Kursistana Bakur çi difikirin? Pêşniyazên we yên ji bo muzîkjenên kurd ên ciwan çi ne?
    Bi ya min muzîkjenên ciwan hûn qaldikin xwedî şenseke baş in, ji ber ku di demeke ku du navendên wan hene de dijîn. Tiştê herî girîng jî ev e ku ew ji şaredariyê meaş werdigirin. Li Îranê kesekî tuneye ku di nava wan de kesên farisî jî hene, ji ber karê xwe yê muzîkê ji aliyê şaredarî an saziyên fermî yên din bên fînansekirin. Bi ya min van muzîkjenên ciwan dikarin vê pêvajoyê ji bo muzîka kurdî baştir bi kar bînin. Divê ew li Amedê, Dêrsimê, Mêrdînê û hwd. hemû muzîkên kevn berhev bikin û wan miqayese bikin. Paşê divê ew, melodî û muzîkên ku li ser van meqamên kevn hatine damezrandin lê ne li ser bi taybetî muzîka ewropî hatiye avakirin, biafirînin. Li aliyekî din, damezrandina orkestrayeke kurd a ku enstrûmanên kurd lê dixe pêkan e.
    Lê çend enstrûmanên kurd hene ku ji bo vê orkestrayê bê bikaranîn hene?
    Ew dikarin kemançe, qawal, zirne, dahol, cura û gelek cureyên tenbûrê bi kar bînin. Mirov dikare ji dengbêjan bipirse ku aliyên nehatine nivîsandin ên berheman bixwîne. Mirov dikare di heman demê de ji stranbêjan bipirse ku bila aliyên nivîskî yê berheman bixwînin. Bi ya min jimareke zêde materyal û gelek muzîkjenên başli vir hene. Eger ew di riya rast re bimeşin û ji bo muzîka kurdî xebatê bikin, ew ê bi ser kevin. Ji ber ku şaredarî alîkariya wan dike firsenda wan heye. Li Kurdistana Başûr pere zêdeye lê ew ji bo muzîka kurdî tiştekî nakin. Ew ji Los Angelesê gazî muzîkjenên îranî yên populer dikin. Li wir gelek TV hene lê bi rastî ew ji bo muzîka kurdî tiştekî nakin. Bo nimûne, muzîkjenekî bi navê Lûtî ku di dawetan de disitire heye û vî muzîkjenî ji bo başûriyan kesekî pir navdar e.
    Eger hûn ji aliyê şaredariyan ve bên vexwendin, hûn ê bixwazin ji bo fêrkirina muzîka kurdî û tenbûrê werin Amedê?
    Erê, teqez ez ê werim. Lê heta salekê li Îranê karê min ê muzîkê wê bidome. Piştî bidawîkirina karê xwe,  ez ê gelek kêfxweş bim ku bersiva erênî bidim pêşniyazeke bi vî rengî.
    —————-
    Ji ber alîkariya wî ya ji bo vê hevpeyvînê, em ji Şiyar Ayaz’re ku li Akademiya Cegerxwînê mamosteyê muzîka kurdî ye, spas dikin.
    Înfowelat/Amed

Nûçe

  • Xwezgini Lîstik

    Xwezgini Lîstik

    Derhêner  : Şalîko Bêkes Dîrok : 27.03.2014 Saet : 19.00 Hemû Gelême vexwendiye Tüm Halkımız Davetlidir

     
  • Lîstika Hewarî Ya Akademî ya Cegerxwîn ê

    Lîstika Hewarî Ya Akademî ya Cegerxwîn ê

    Nîviskar : Murathan MUNGAN Derhûner : Nazım Hikmet Çalışkan Verger : Dilaver Zeraq  - Mem Mirxan Dîrok : 04.03.2014  Saet

     
  • Lîstika Hewarî  Ya Akademî ya Cegerxwîn

    Lîstika Hewarî Ya Akademî ya Cegerxwîn

    Nîviskar : Murathan MUNGAN Derhûner : Nazım Hikmet Çalışkan Verger : Dilaver Zeraq  - Mem Mirxan Dîrok : 28.02.2014  Saet

     
 

Haber

  • Konsera Pîyano

    Konsera Pîyano

    Konser Viyolîn: Brûsk Zanganeh Çello: Albert Hartkamp Piyano: Lana Anikina Suran Dîrok: 26′ê Adarê 2014 Cî: Navenda Çanda Cegerxwîn Saet:

     
  • Şahîya Belgedayînê

    Şahîya Belgedayînê

    Em é roja iné lı ser dıké bın hemu hevalén me vexwendine… Meju : 14.03.2014 Saet :19:00 Cîh : Akademîya

     
  • LîSTIKÊN JINAN – (KADIN OYUNLARI)

    LîSTIKÊN JINAN – (KADIN OYUNLARI)

    Dîrok : (Tarih )  07.03.2014 ( în )  Cuma Saet : 19.30 Cîh :  Akademiya Cegerxwîn

     
 
 

Beşên Akademîyê